Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ahmet Torû ciwanekê 20 salî ye, li Rûhayê Cendirmeyan îdia kir ku wan ji wî re got bisekine lê ew nesekinî, li ser vê yekê wan ew kuşt.
Bûyer di 6ê Tebaxê de pêk hatiye. Cendirmeyan duhî ji bo lêpirsînê îfade da.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) Cendirmeyan ji Torûyî re gotiye bisekine lê ew nesekiniye li ser wê yekê wan li wî reşandiye.
Fîşekeka li partika Torûyî ketî ew birîndar kiriye. Ji bo Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înanî hatiye birin lê Torû li wê derê miriye.
Li gor îdiayan ji ber ku Torû neçûye eskeriyê kaçax bû û ji ber wê ji Cendirmeyan direvî.
Malperên herêmî yên Rûhayê; Şanlıurfa 63, Urfanatik û Urfa Objektifê di nûçeyên xwe de nivîsîn ku qezaya trafîkê çêbûye. (EKN/MB)