Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Bedîa Ozgokçeyê li ser îdiayên ku diyar dikin li Şemzînanê îşkence hatiye kirin ji bo wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylû bibersivîne pirsnameyek da parlamentoyê.
Ozgokçeyê herweha serî li Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî da.
Wêne: dihaber
Parlamenterê ji bo minaqeşe li ser îdiayên îşkenceyê bêne kirin bangî parlamentoyê kir ku civînekê pêk bîne.
Walîtî: Nûçeya bûyerê çênekin
Walîtîya Hekarîyê çêkirina nûçeya bûyerê wekî ku şûc be, diyar kir ku çêkirina nûçeyan û “weşandina wêneyan propagandaya ji bo terorê ye”
Bijîşk: Xeletiya we ye raporê nadim
“7ê Tebaxê leşkeran xelkê gundê Altinsûyê kom kirine û ew hingavtine. Xetên şûna derban li pişta gundiyan çêbûne. Lê bijîşkê ew kontrol kirîn gotiye ‘xeletîya we ye ji ber wê rapora hingavtinê nadim”
(AS/MB)