Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Hrant Dînkî di çarçoveya xebata Di Medyayê de Şopandina Bilêvkirina Nefretê de vîdeoyek bi navê “Penaberên Sûriyeyî bi çi awayî di medyayê de weke hedef tên nîşandan?” belav kir.
Di vîdeoyê de nûçeyên wisa cî digirin ku cudakariya li hemberî penaberên Sûriyeyî çêdikin. Bi vê vîdoyê daxwaz tê kirin ku di nûçeyan de zimanê ji cudakariyê, nîjadperestiyê û tundkariyê pak bûye bikar bînin.
Di vîdeoyê de nûçeyên cudakar di bin van sernavan de tên pêşkêşkirin:
“Têkiliya Sûriyeyiyan bi sûc û pirsgirêkên teror û ewlekariyê ve tê girêdan.
“Bi nankoriyê ve tên sûcdarkirin.
“Weke sedema pirsgirêkên aboriyê tên nîşandan.
“Bi avakirina ‘em û ew’ re wan dikin kesên din.
“Weke gefa li ser tenduristiyê tên nîşandan.
“Jinên Sûriyeyî du caran rastî cudakariyê tên.
“Zimanê cudakar dibe sedema ku nefret û dijmanahî li hemberî penaberên Sûriyeyî zêdetir bibin.
“#JiBoZimanekîDin ê ji cudakarî, nîjadperestî û tundkariyê hatiye paqijkirin
“#JiGotinênNefretêReNa” (ÇT/FD)