Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gorî lêkolîna Komeleya Lêkolîn û Mafên Civakî (TOHAD) ya li ser bûyerên di navbera 2012 û 2017yan de kiriye, bûyerên xirab, istismar û tundkariya zayendî û ya bedenî ya li ser kêmendaman her diçe zêde dibin.
Di vê lêkolîna ku bi piştevaniya Weqfa Civaka Vekirî pêk hatiye de TOHADê li ser 285 nûçeyên nivîskî û dîtbarî yên di medyaya netewî û herêmî de cî girtine lêkolîn kiriye. Her wiha lêkolîn li ser biryarên dadgehan yên mînak hat kirin.
Di 5 salên dawiyê de 391 bûyerên tundkariyê yên li hemberî kêmendaman di rojnameyan de belav bûn. Nîvê bûyerên tundkariyê ji êrîşên zayendî pêk tên. Di kêmendamên zihnî de herî zêde êrîşên zayendî, di yên ortopedîk û dîtinê de herî zêde tunkariya psîkolojîk û bedenî pêk hatiye. Her ji 3 kesên ku rastî tundkariyê tên yek ji wan zarok in. Kesên ku êrîş pêk anîne yan ji malbatê ne, yan cîran û xizm yan jî erkdarê dewletê ne ku xizmetê didin kesên kêmendam. Ev rewş dibe sedema aşkerekirina bûyeran. Bûyer piranî piştî ku jina kêmendam ducanî bibe yan jî li ser laşê mêrê kêmendam şopa trawmatîk bimîne derdikeve holê.
Her ji 3 bûyeran bûyerek bi awayê sîstematîk pêk tê.
Dozger bi hinceta ku kêmendam ‘bidil” e lêpirsînê venake
Hêleke din di bûyerên ku kêmendam lê rast tên, pêvajoya dadgehkirinê ye. Li gorî raporê, mijareke kêmendam piranî lê rast tên ew e ku fail bêyî bê girtin tê dadgehkirin û ev dibe sedema ku rîska êrîşê ya li hemberî kêmendam dubare bibe.
Dîsa di van bûyeran de dozger bi hinceta ku kêmendam “bidil” e lêpirsînê venake yan jî di qonaxa dadgehkirinê de cezayên hindik ji bo bersûcan dixwaze. (NV/FD)
* Ji bo rapora bi Tirkî bitikîne