Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
ji bo Mafparêz Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin û şandibûn Girtîgeha Bakirkoyê, biryara şandina Girtîgeha Sîlîvriyê hat standin.
Parlamentera CHPyê Selîna Dogan îro dema ji bo serdana her sê mafparêzan çû Girtîgeha Bakirkoyê, agahiya wê ji vê rewşê çebû.
Dogan ji bianetê re axivî û wiha got:
“Roja îne me ji bo serdanê destûr ji Wezareta Dadê wergirt. Destûr îro derket lê ji me re gotin ku divê heta saet 13.00ê em serdanê bikin, wê piştî 13.00ê wê wan bişînin.
“Mixabin ew jî di dema serdana me de fêr bûn ku wê wan bişînin Sîlîvriyê. Behitîn. Ji ber ku gihaniya Sîlîvriyê zehmet e tengaviyên ji hêla hevdîtina bi malbatên xwe re jî anîn ziman. Gotin ku ev yek ji parçeyên pêkanînên çavtirskirinê ye.
“Midûrê Girtîgehê got ku şandin ji ber cî teng e pêk tê û ne tenê ew, hinek girtiyên din jî şandine.”
Çi bibû?
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmus Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi (İsveç vatandaşı insan hakları eğitimcisi), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin û di 18yê Tîrmehê ya 2017yê de hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man. (ÇT/FD)