Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li Dîlokê penaberên ku dixwestin sînor derbas bikin rastî tundkariya leşkerên li ser sînor hatin.
Serfermandariya Tirkiyeyê aşkere kir ku her 4 penaber hatin dersînorkirin û leşkerên ku tundkarî li penaberan kirine hatine desteserkirin.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Di 28ê Tîrmehê de saet derdora 11.00ê 4 penaberên ku dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Dîlokê bibin ji hêla leşkeran ve hatin girtin. Leşkeran li penaberan xistin û dîmenên tundkariya leşkeran di medyayê de belav bû û li ser medyaya civakî bertek dît.
* Fotograf: Rojnameya Objektif Gaziantep
Piştî van bertekan Serfermandariyê duh bi şev daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penaberên ku rastî tundkariyê hatin piştî dermankirinê hatin dersînorkirin û leşkerên ku tundkarî kirine jî hatine desteserkirin. (AS/FD)