Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça du dersdêr in ku 142 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ew ji karê wan hatine avêtin dibêjin “em karê xwe dixwazin.” Piştî herdu dersdêr ketîn grevê ew hatin girtin û li girtîgehê greva xwe didomînin.
Piştî xwenîşandana parêzerên Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakçayî, polîsan ew desteser kirin û çar roj bûn ew desteserkirî bûn.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir. 142 roj in di greva birçîbûnê de ne.(AS/MB)
Dersdêrên di greva birçîbûnê de
Margaret Atwooda nivîskar, pişgirî da herdu dersdêrên di greva birçîbûnê de
Bi daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Nûrîye û Semîh hatin kontrolkirin
Parêzeran ji bo Gûlmen û Ozakçayî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da
Polîsan piştevanên greva birçîbûnê desteser kirin
Polîsan di roja 71. a greva birçîbûnê de mûdaxeleyî xwenîşanderan kirin
Gûlmen û Ozakça 100 roj in ku di greva birçîbûnê de ne
Herdu dersdêrên di greva birçîbûnê de li dadgeha Enqereyê ne
Polîsan xwenîşanderên wêneyê Ozalça û Gûlmenê li ser tîşortê wan bû desteser kirin
Polîsan bi fîşekên plastîk êrîşî xwenîşandarî kirin
Polîsan li xwenîşandana “em karê xwe dixwazin” 9 kes desteser kirin