Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Hat îdiakirin ku derbarê 4 mafparêzan de biryara berdestkirinê hat standin ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest mabûn.
Lê parêzerên wan gotin ku derbarê mijarê de ew ne xwedî agahî ne.
Li gorî nûçeya Dîlek Yamanê ya ji rojnameya Sabahê hat îdiakirin ku derbarê Nalan Erkem, Şeyhmûs Ozbekli, Nejat Taştan û Îlknûr Ustunê de biryara berdestkirinê hat standin.
Parêzer Merîç Eyûboglûyê ji bianetê re got, “Weke parêzer agahî nedani me, em jî îdiayan ji rojnameyan dişopînin”:
“Jixwe em îro li edliyeyê bûn. Dozgeriyê daxwaz kir ku biryara berdestkirinê bistînin. Ji 11mîn Dadgeha Cezayê Giran a Suhlê heta saet 16.45ê jî biryar di vê hêlê de derneket. Jixwe mesaî saet di 17.00ê de diqede. Îdiaya derbarê berdestkirinê de weke parêzeran em jî ji rojnameyan dişopînin”. (TP/ÇT/FD)