Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di duyemên salvegera Qetlîama Pirsûsê de ji bo 33 mirovên hatin kuştin li Stenbolê bernameyên yadkirinê lidar ketin.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê piştî serdana goristanan li Kolana Halîtaxa ya Kadikoyê çalakiyê rûniştinê lidar xistin. Piştî çalakiya li vir, li ser bangewaziya rêxistinên ciwanan beşdar ji ber Opereya Sureyya ya Kadikoyê ber bi Parka Mehmet Ayvalitaşî ve meşiyan.
Li gel Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û Dayiken Şemiyê Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Garo Paylan, Parlamenterên CHPyê Sezgîn Tanrikûlû û Alî Şeker, Alîkarên Serokê Giştî yên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûeve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya û gelek kesên din beşdarî bernameya yadkirinê bûn.
Çi bibû?
Di 20ê Tîrmeha 2015yê de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîstê (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de êrîşa xwekujî pêk hatibû.
Di encama êrîşê de 33 kes miribûn.
Kesên ku di êrîşê de hatin kuştin ev bûn: Koray Çapoğlu, Cebrail Günebakan, Hatice Ezgi Sadet, Uğur Özkan, Nartan Kılıç, Veysel Özdemir, Nazegül Boyraz, Kasım Deprem, Alper Sapan, Cemil Yıldız, Okan Pirinç, Ferdane Kılıç, Yunus Emre Şen, Çağdaş Aydın, Alican Vural, Osman Çiçek, Mücahit Erol, Medali Barutçu, Aydan Ezgi Salcı, Nazlı Akyürek, Serhat Devrim, Ece Dinç, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgül, Erdal Bozkurt, İsmet Şeker, Süleyman Aksu, Büşra Mete, Duygu Tuna, Polen Ünlü, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Cömert. (RK/BK/FD)