Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Mêrdînê, Mîthat Sancarî ji wezîrê dadê, Bekir Bozdagî bi pirsnameyekê pirsî ka ji ber çi mafparêzên li Girava Mezin hatîn desteserkirin hatin girtin.
Sancarî got: “Hûn di hiqûqê de sebeba girtina mafparêzan dispêrin çi?”
Sancarî da zanîn ku di 5ê Tîrmehê de 10 mafparêz li Girava Mezin hatin desteserkirin. Piştî 13 rojan desteserkirî mayîn 4 mafparêz bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan û 6 mafparêz hatin girtin.
Mîthat Sancarî eşkere kir dema mirovên mafparêz hatîn girtin malbatên wan ji rewşa wan nehatine agehdarkirin. Bi vî awayî ew “di tecrîda desteserkirinê de” hatine hiştin.
Herweha Sancarî daxuyand dema mafparêz desteserkirî bûn medyaya nêzîkî hikûmetê, mirovên mafparêz bi “sixurî, teşwîqkirina ji bo serhildanê û endambûna rêxistinan” sûcdar kirine.(EA/MB)