Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Enqereyê ji bo xwenîşanderên li ser Caddeya Yûkselî ketine gireva birçîbûnê biryar da. Dadgehê beşdarên grevê, Esra Ozakça, Acun Karadag, Nazife Onay, Nazan Bozkurt li mala wan mehkûm kir.
Esra Ozakça hevsera Semîh Ozakçayî. Semîh Ozakça piştî ji karê wî hat avêtin dest bi greva birçîbûnê kir û got “ez karê xwe dixwazim.” 127 roj in ku Semîh Ozakça digel akademîsyena ji karê wê hatî avêtin, Nûriye Gûlmenê di greva bitrçîbûnê de ye. Semîh û Nûriye ji 23yê Gulana 2017ê ve di girtîgehê de ne.
Esra Ozakça: Biryareka siyasî ye
Esra Ozakçayê eşkere kir ku biryara ji bo wan jî hatî dayin û ya ji bo Semîh û Nûriyeyê jî hatî dayin biryarên siyasî ne.
“Wek girtina Nûriye û Semîhî biryara mehkûmkirina li malê jî biryareka siyasî ye. Ji beriyaa du rojan pêwîst nehat dîtin ku cezayê mehkûmkirina li malê bê dayin lê niho ew biryar hat dayin, ev jî nîşan dide[ku biryar siyasî ye.]
“Nûriye û Semîh ji kolanan hatin dûrxistin da ku ew dest ji berxwedana xwe berdin. Ev biryar nayê qebûlkirin.
“Ez êdî bi zehmetî dimeşim. 50 roj in ku emelê min diçe. Pidûyên min xwe ji didanên min berdan. Didanên min diêşin û ji ber wê ez nikarim tiştên şirîn bixwim.”
(BK/MB)