Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinên mafên mirovan daxwaza serbestiya parêzvanên mafan ên ku “bi awayekî kêfê hatine desteserkirin” kirin.
Rêxistinên mafan ên îmzeya wan di bin daxuyaniyê de hene wiha ne ku rêvebirên hinekan desteserkirî ne: Ceza İnfaz Sisteminde Sivil Toplum Derneği, Eşit Haklar için İzleme Derneği, Hak İnisiyatifi, İnsan Hakları Derneği, İnsan Hakları Gündemi Derneği, Kadın Koalisyonu, KAOS-GL Derneği, Pembe Hayat LGBTT Dayanışma Derneği, Türkiye İnsan Hakları Vakfı, Uluslararası Af Örgütü Türkiye Şubesi, Yurttaşlık Derneği.
Kesên ku hatin desteserkirin ev in:
İdil Eser (Uluslararası Af Örgütü Türkiye Direktörü), İlknur Üstün (Kadın Koalisyonu), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan(Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmuz Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi(Welatiyê Swêdê ye, perwerdekerê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê perwerdekerê mafên mirovan)
Kesên ku hatine desteserkirin, li Buyukada ya Stenbolê di navbera 2 û 7ê Tîrmehê de ji bo civîna perwerdeyê hatibûn gel hev.
“Karaktera tecrîda desteserkirinê tê de heye”
Rêxistinên mafan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
“Agahiya desteserkirina parazvanên mafên mirovan malbat jî di nav de ji bo ti kesan nehatiye ragihandin, ji ber ku di lêpirsînê de biryara sînordarkirinê heye agahî nayê standin. Ji ber van sedeman desteserkirin karaktereke wisa di nava xwe de dihewîne ku ji hiqûqa Rewşa Awarte wêdetir karakterê ‘tecrîda desteserkirinê (incommunicado detention)’ di nava xwe de dihewîne.” (AS/FD)