Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parêzer Selîn Nakîpoglû bi Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navdewletî) û Îlknûr Ustun re (Koalisyona Jinan) re li Midûriyeta Navenda Polîsan a Cûmhûriyetê ya Maltepeyê, bi Nalan Erkem (Komeleya Welatîtiyê ya Helsînkiyê) û Ozlem Dalkiranê re (Komeleya Welatîtiyê ya Helsînkiyê) jî li Midûriyeta Navenda Polîsan a Şehît Aslantepe ya Kartalê hevdîtin kir.
Nakîpoglû ya ji bianetê re axivî got, parêzvanên mafan ên hatine desteserkirin bi “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” tên sûcdarkirin û ji bo 7 rojan biryara desteserkirina wan hatiye girtin.
Parêzer Nakîpoglûyê diyar kir ku polîsên sivîl duh sibeyê saet 9 û nîvê de qîriyan e û gotine ku “destên xwe rakin” û bi ser civînê de girtine. Herwiha polîsan hemû kelûpelên wan xistine torbeyan û li ser wan navên kesên ku hatine desteserkirine nivîsandine.
Nakipoglûyê da zanîn ku parêzvanên mafan saet 9 û nîvê hatine desteserkirin lê biryara desteserkirina wan saet 14 û nîvê hatiye standin u ot ku “Ev binpêkirineke cidî ye”.
Parêzer Nakîpoglûyê destnîşan kir ku di dema desteserkirinê de gelek binpêkirin pêk hatine û ew ê hemû îtirazên hewce bikin.
Çi Bibû?
10 parêzvanên mafên mirovan hatibûn desteserkirin ku duh li Buyukada ya Stenbolê li hotelekê civîna li ser ewlekariya dijîtal a parêzvanên mafên mirovan lidar dixistin.
Heta set 14 û nîvê nehate aşkerekirin ku 10 kes çawa û kengî hatine desteserkirin û li ku tên girtin.
Kesên ku hatin desteserkirin ev in:
İdil Eser (Uluslararası Af Örgütü Türkiye Direktörü), İlknur Üstün (Kadın Koalisyonu), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan(Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmuz Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi(Welatiyê Swêdê ye, perwerdekerê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê perwerdekerê mafên mirovan). (ÇT/FD)