Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 6. a Enqereyê, diyar kir ku bersûcê kuştina Mûsa Anterî dema xwe ya girtîbûnê temam kiriye ji ber wê dadgehê biryara tehlîyekirina wî daye.
Hamît Yildirim bersûcê kuştina nivîskar û rewşenbîrê kurd Mûsa Anterî bû û 5 sal bûn ku di girtîgehê de bû.
Li gor nûçeya Cumhuriyetê, Hamit Yildirim di sala 2012ê de hatibû girtin û dema girtîbûna wî di 28ê Hezîranê de temam bûye.
Dadgeha Enqereyê di heman rojê de biryara tehliyekirina Yildirimî da.
Dadgehê sebebên tehliyekirinê eşkere kirin û da zanîn ji ber dema birêvebirina dozê gellek dirêj bûye, hin şahid û bersûcên dozê li derveyî welatî dijîn û îfadeya wan nikare bê standin, biryara tehliyekirinê hatiye dayin.(EA/MB)