Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
113 roj in ku herdû dersdêrên bi navê Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça ji bo li karê xwe vegerin di greva birçîbûnê de ne. Herdu derdêr hatine girtin û ji bo ew bêne berdan parêzerên wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.
Dadgeha Makeqanûnê duhî daxwaza rakirina tedbîrê ya parêzeran red kiribû.
Parêzeran eşkere kir ku “di dema desteserkirinê de divê demildest bê eşkerekirin ku ew kiriyar li gor qanûnan e.”
Parêzeran eşkere kirin ku “mexseda bingehîn a desteserkirina wan ew e ku tê xwestin ew dest ji greva birçîbûnê berdin.
Parêzeran ji Dadgeha Mafên Mirovan re eşkere kir ku “wek di raporên tibbî de jî hatîn eşkerekirin. Heke çareseriyek jê re neyê dîtin çêdibe dersdêr kêmendam bibin an jî bimirin.
“Çêdibe zererên welê çêbibin ku êdî telafî nebe.”
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(AS/MB)