Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeleya Piştgiriya Jiyanê eşkere kir ku “penaberên ji Sûriyeyê ne ew kes in ku nekarin ji bo çand û ekonomiyê hilberînin. Ji bo Tirkiye vê rewşê ji xwe re wek firsetekê bi kar bîne ti asteng nînin.”
Hin beşên daxuyaniya Komeleya Piştgiriya Jiyanê ev in:
“Pispor eşkere dikin ku heke îro şerê li Sûriyeyê bisekine jî pêkanîna plansaziya bajarên Sûriyeyê dê 15-20 salan bidome.
“Bi giştî şerên li her derên dinyayê kêm-zêde 17 salan didomin.
“Ji xwe hin xelkê Sûriyeyê 7 sal in ku ne li welatê xwe ne. Em dikarin pêşhikmek welê danin ku ya kêm du nifşên welatiyên ji Sûriyeyê dê li derveyî welatê xwe mezin bibin.
“Dema ku hewceyîyên wan tê pirsîn: Ji sedî 93yê penaberan gotine ew dixwazin hînî Tirkî bibin.
“Ji sedî 9,7ê penaberan xwendina li zanîngehan temam kiriye.”(NV/MB)
Wêne: Êlih – Natalia Sancha