Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xebatkarên rûbirûyê yên ku li Rêxistina Efûyê ya Navdewletî dest ji kar berdabûn, li Karakoyê li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Tirkiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Xebatkarên Rûbirûyê, bi hinceta ku Rêxistina Efûyê wan weke xebatkarên kirêgirtinê dixebitîne û bi gotina ku “li vê saziyê mafên mirovan tê binpêkirin” aşkere kiribûn ku wê dest ji kar berdin. Rêxistina Efûyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ji ber hin taybetmendiyên wê, projeya rûbirûyê weke “standina xizmetê” hatiye sazkirin.
Xebatkarên Rûbirûyê di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwendin û destnîşan kirin ku daxuyaniya Rêxistina Efûyê “nehevgirtî ye”. Di vê navberê de xebatkarên rûbirûyê yên berê jî piştgiriya çalakiyê kirin.
Çalakvan Sena Sûngûrê ji bianetê re axivî û got:
“Çawa ku Rêxistina Efûyê ji bo daxwazên me gav neavêt, bi daxuyaniya xwe re, bi gotina “taybetmendiya projeyê” dixwaze kirêgirtinê rewa bike. Ji bo ku em bibêjin, gav paşde navêjin û ev binpêkirina mafên mirovan e, me dest bi vê çalakiyê kir. Em piştgiriya herkesên ku derbarê mafên mirovan de xwedî hestiyar in dixwazin.” (TP/EKN/FD)