Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî ya Taywanê biryar girt ku ji bo zewacên hevzayendî astenga yaseyî nîne û wekheviya zewacê qebûl kir.
Dadgehê di biryara xwe de got yaseya zewacê ya heyî “prensîba azadî û mafên wekhevî ya zewaca mirovan binpê dike” û ji bo derbarê mijarê de yaseyan derxe du sal dem da parlamentoyê.
Di biryarê de hat diyarkirin ku heke di nava du salan de guhertinên pêwîst neyên kirin, hevzayendên ku bixwazin bizewicin dikarin bi biryara dadgehê vê gavê bavêjin.
Biryara Dadgeha Destûrî ya Taywanê li welatên Asyayê biryara yekemîn e.
Piştî biryarê parazvanên mafan û rêxistinên LGBTİyan li Taipeiyê li ber avahiya parlamentoyê biryar pîroz kirin û bang kirin ku ev biryar ji bo welatên din ên Asyayê bibe mînak.
Wekheviya zewacê di nava sozên hilbijartinê yên sereke yên Partiya Geşedana Demokratîk de cî digirt ku sala derbasbûyî desthilatdarî bidest xistibû.
Li cîhanê welatên ku wekheviya zewacê qebûl kirine ev in:
Kanada (2005), ABD (2015), Meksika (hin eyalet), Kolombiya (2016), Brezilya (2013), Uruguay (2013), Arjantin (2010), Danimarka (2012), Norveç (2009), İzlanda (2010), Finlandiya (2017), İsveç (2009), İskoçya (2014), İrlanda (2015), İngiltere (2013), Hollanda (2000), Belçika (2003), Slovenya (2017), Lüksemburg (2014), Fransa (2013), İspanya (2005). (ÇT/FD)