Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi biryara “ji-dewletê-re-malkirina bilez” hatibû dayin. Li Sûrê wesayitên şaredariyê dest bi raxandina xaniyan kirin
Niştecihên wan taxan digel ku xwe nerazî kirin jî biryar nehat guhertin. Wesayitên karkirinê yên şaredariyê digel polîsan çûn taxan û dest bi xerakirinê kirin.
Mixtarên wan taxan di hevpeyvînekê dde ji bianetê re gotibûn ew naxwazin ji mala xwe derbikevin.
Mîmara endama Odeya Mîmaran, Herdem Dogrûlê got xaniyên nû têne çêkirin ne li gor mîmarîya xaniyên berê yên Sûrê ne.
Navçeya Sûrê
Sûrên Amedê di nava lîsteya "Mîrata Çandê ya Cîhanê" de cî digire ku ev lîste ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanyarî û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) ve tê sazkirin.
Navçeya Sûrê ya ku nêzîkî 120 hezar kes lê dijîn, qada sît a bajarvanî ya qonaxa 2yemîn e. Li navçeya ku li ser 158 hezar hektarî ve ye, 124 avahiyên abîdewî û 410 avahiyên sivîl ên pesendkirî hene.
Li Sûrê veguhestina bajarvanî demeke dirêje di rojevê de ye. Di 2010ê de di çarçoveya veguhestina bajarvanî ya ku ji hêla TOKÎ, Serokwezîrtiyê û Şaredariyê ve tê meşandin de ji 850 avahiyan 330 heb hatin rûşandin. Li ser berteka gel, ev pêvajoy ji hêla şaredariyê ve di 2014ê de hat sekinandin.
Lê di vê pêvajoyê de di çarçoveya qanûna hejmar 6306ê de her devera Sûrê weke qada birîsk hat îlankirin ku yase di 4ê Kanûna Paşiyê de derket û weke qanûna karesatê tê zanîn.
Qedexeyên derketina derve yên di 6ê Îlona 2015ê de destpê kir û li hin qadan hîna jî berdewam dike tenê ne bû sedema mirinên sivîlan, her wiha bû sedema gelek avahiyên dîrokî yên li navçeyê jî wêran bibin.
(NV/MB/FD)
Wêne: Ahmet Ün-Selim Kaya/ Diyarbakır - DHA