bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Federasyona Komeleyên Çerkezan, Qirkirina Çerkezan yad kir
Federasyona Komeleyên Çerkezan Qirkirina Çerkezan li Beyoglûyê yad kir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Federasyona Komeleyên Çerkezan Qirkirina Çerkezan a ku di 1864ê de pêk hatibû li Beyoglûyê yad kir.
Beşdaran 153. salvegera qirkirinê yad kir û piştî bernameyê bi hev re meşiyan.
Beşdaran li Meydana Galatasarayê ji bo wan kesên mirîn stran û helbest gotin.
Mirovên kombûyîn çûn ber deriyê Balyozxaneya Rûsyayê û çelengeka reş danî ber deriyê balyozxaneyê. Wan sloganên wek “Çerkezya dê nebe Rûsya” gotin.
Çarîtîya Rûsyayê di 21ê Gulana 1864ê de dest bi qirkirina Çerkezên li Kafkasyayê kir û xelkê li wê derê ber bi Anatolyayê ve ajot.
(ÇT/MB)
Wêne: : Akın Çeliktaş, İstanbul / DHA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.