Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê li ser karmendên piştî hewildana derbekirinê ji karî hatîn avêtin amade kir.
Rapor ji 24 rûpelan pêk tê. Tê de hevpeyvînên bi 33 karmendên ji karî hatîn avêtin hene.
Ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin
Piştî Hewildana Derbekirinê, di 21ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hat îlankirin. Di Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di hikmê Qanûnan de ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin.
BIXWÎNE: 4 hezar û 464 karmend ji karê dewletê hatin avêtin
*Ji 33 hezaran zêdetir dersdêr û karmendên Wezareta Perwerdeyê ji karê wan hatine avêtin.
*Ji 24 hezaran zêdetir polîs û karmendên Wezareta Navxweyî ji karî hatine avêtin.
*Ji 8 hezaran zêdetir leşker ji karî hatin avêtin.
*Ji 5 hezaran zêdetir akademîsyen ji karî hatine avêtin.
*Ji 4 hezaran zêdetir dozger, dadger û karmendên Wezareta Karên Navxweyî ji karî hatin avêtin.
*Ji 3 hezaran zêdetir karmendên Serokwezîrîyê ji karî hatin avêtin.
Ji ber ku mixalif bûn ji karî hatine avêtin
Ew kesên ji karî hatîn avêtin diyar kirine ku ne ji ber hewildaneka ji bo derbeyê lê ji ber ku ew mixalifên Partiya Dad û Geşepêdanê bûn ew ji karê wan hatine avêtin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku ji bo wan kesên ji karî hatîn avêtin ti delîl nehatine nîşandan.
(AS/MB)
*Hûn dikarin hemîya rapora Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê bi vê dûvelankê bibînin.