Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komisyona Li Hemberî Desteserkiriyên ku Aqûbeta Wan Nediyar a Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ya Şaxê Stenbolê bernameya Hefteya Desteserkiriyên ku Aqûbeta Wan Nayê Zanîn ya Navdewletî aşkere kir.
Çalakiya pêşîn wê 17ê Gulanê saet 20.00ê li ber Qada Galatasaray a Taksîmê bi daxwaza îmzekirina Tirkiyeyê ya Peymana Windahiyan ya Neteweyên Yekgirtî (NY) çêbibe.
19ê Gulanê saet 12.00ê Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên ku dema desteserkirî bûn hatin windakirin wê li ser gorên xwe bên bibîranîn. 20 û 27ê Gulanê rojên şemiyê li Qada Galatasarayê wê çalakiya Hefteya 634ê lidar bikevin. 30ê Gulanê saet 11.30ê ji bo balkişandina li ser bêcezatiyê ya di dosyeya Kenan Bîlgîn ê ku dema desteserkirî bû hatibû windakirin li ber Edliyeya Enqereyê wê daxuyaniyek bê dayin.
Xizma windayan û endama Komisyonê Masîde Ocak ji bianetê re axivî û diyar kir ku borandina 22 salan qet ne hêsan bû û wiha got, “Heke ku îro mirov di dema desteserkirinê de winda nabin ev bi saya destkeftiyên Dayikên Şemiyê ne”.
Ocak diyar kir ku wan li Tirikyê çalakiya bêemrî ya herî demdirêj lidar xistine û wiha axivî, “Qet nebe ji bo ku em vê destkeftinê biparêzin divê em qerebalixtir bin”. (HH/BK/FD)