Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kemal Gûnê 70 salî ji bo termê kurê xwe bistîne li Meydana Seyît Rizayî ya Dêrsimê ketibû di greva birçîbûnê de.
Dadagehê ji bo her roja Kemal Gûn li meydanê mayî 227 Lîre ceza da wî. Wî li ser hev 18 hezar û 387 Lîre ceza xwar.
Sebeba dayina cezayî “dagirkirina cihên civakî” ye.
Li navçeya Xozatê ya Dêrsimê bi balafirên şerî yên artêşa Tirkiyeyê kurê Kemal Gûnî kuşt. Kemal Gûn ji bo termê kurê xwe bistîne 82 roj in ku di greva birçîbûnê de bû.
Bila gora wî hebe
Kemal Gûnî ji DHAyê re gotiye:
“Ez dixwazim hestiyên kurê min ji bo min bên dayin. Armanca greva min ev e. Bila goreka wî çêbibe ez ê demildest dest ji girevê berdim.
“Piştî êrîşa bi balafiran ez bi xwe bi dewletê re çûm keşfê. Min hestiyên kurê xwe ji şikevtê kom kirin û dan dewletê. Min çawa daye ez welê dixwazim jî.
“Dewlet rojane 227 Lîre cezayî dide min. Ew diyar dike ku ez cihekê civakî dagir dikim. Ev der parqek e û mafê min heye lê rûnim. “
(AS/MB)