Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi sedema hatina 15ê Gulanê Roja Reda Wijdaniyan, Komeleya Reda Wijdaniyan rêzeçalakiyan lidar dixe.
Di vê çarçoveyê de wê destpêkê îro saet 15.00ê li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê bernameyek bê lidar xistin.
Piştî civîna çapemeniyê ya bi navê “Di Rewşa Awarte de şer û reda wijdanî” li İHDê wê daxuyanî ya kesên ku nû biryara reda wijdanî dane bê xwendin.
16ê Gulanê saet 19.00ê li 26Ayê bi beşdariya Hevserokê Komeleya Reda Wijdaniyan parêzer Gokhan Soysalî re atolyeya bi navê “Di Rewşa Awarte de Reda Wijdanî” birêve biçe.
Di salnameyê de roja vala
Di 1993ê di li Oren-Milas a bi ser Mûglayê ve bi beşdariya 90 beşdarên ji 40 welatan “8. Civîna Reda Wîjdaniyan ya Navdewletê” (ICOM) pêk hat.
Di vê civînê de biryar hat standin ku 15ê Gulanê bibe “Roja Reda Wijdaniyan ya Cîhanê”.
Ti sedemeke armanca vê biryarê tunebû ku 15ê Gulanê weke Roja Reda Wijdanî bê diyarkirin. Tenê di rûpelên salnameyê de 15ê Gulanê ne weke rojeke taybet hatibû diyarkirin. (EKN/FD)