Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Ozan Devrîm Yay, Akademisyenê Aştîxwaz yê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) re ji wezîfeya xwe ya li Zanîngeha Anadoluyê hat avêtin vê sibê hat desteserkirin.
Li gorî zanyariyên ku parêzer Alî Çûvalci daye bianetê li ser dosyeyê beryara veşarîtiyê heye û ti dokumanên fermî nîşanî parêzeran nedane.
Ozan Devrîm Yay ji wan akademisyenan bû ku di 7ê Sibata 2017ê de bi KHK ya hejmar 686ê ji kar hatibû avêtin.
Çûvalci: Li ser dosyeyê biryara veşarîtiyê heye
Li gorî zanyariyên ku Alî Çûvalci daye di saetên sibê de polîsan li mala Ozan Devrîm Yayî geriyane. Di encama lêgerîna çar saetan de polîsan dest danîne ser pirtûk, computer, telefona berîka û flash dîskan.
Parêzer diyar kir ku di dema lêgerîna malê de ne li bal wî bû ye û bi Ozan Devrîm Yay re li Şûbeya Têkoşîna Dijterorê ya Emniyetê axiviye. (BK/FD)