Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Salih Ozakçayê dersdêr 64 roj in ku ji ber ew ji karê wan hatine avêtin di greva birçîbûnê de ne.
Hasta değil direnişçiyiz, yasta değil direnişteyiz! Yarın 19.00'da türkülerimizle Yüksel'deyiz pic.twitter.com/CcvLEP5Z0i
— Semih-Esra Özakça (@SemihOzakca) 10 Mayıs 2017
Herdu kesên di grevê de dibêjin “em karê xwe dixwazin” wan eşkere kir ku îşev siet 19:00ê ew ê li Caddeya Yûkselî xwenîşandanekê bikin û stranan bibêjin.
Wan welatî jî vexwendin ku ew jî biçin stran û helbestên xwe bibêjin.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Salih Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(BK/MB)