Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê yên li ser navê yek ji avaker û rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Ayşe Nûr Zarakolûyê tên dayin hatin aşkerekirin.
Îsal rojnamegerên girtî Kadrî Gursel, Mehmet Altan, Ahmet Altan û Înan Kizilkaya, li ser navê parlamenterên girtî yên HDPyê Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, ji Weşanên Belgeyê Sînan Zarakolû, Serokê İHDya Mêrsînê Alî Tanriverdî, li ser navê kesên bi KHKyan jikar hatin dûrxistin Platforma Şûbeyan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) û rojnameger Nûjiyan Erhan a ku li Şengalê hat kuştin wê xelatên 15emîn bistînin.
Rêûresma xelatan îro wê (9 Mayis) saet 19.00ê li İHD ya Stenbolê lidar bikeve.
Ayşe Nûr Zarakolû kî ye?
Parêzvana mafên mirovan û xwediya Weşanên Belgeyê Ayşe Nûr Zarakolû di 28ê Rêbendana 2002yan de ji ber pençeşêrê çû ber dilovaniya xwe. Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşe Nûr Zarakolûyê ji bo bîranîna yek ji avaker û rêveberên İHDyê Ayşe Nûr Zarakolûyê ji sala 2002yan û vir ve tê dayin. (EA/HK/FD)