Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Di 1ê Gulanê Cejna Karkeran de li Stenbolê kesên ku xwestin derkevin Qada Taksîmê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Akin Çeliktaş ê ji Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) vê sibehê saet 08.30ê du jinên gihiştin Qada Taksîmê û xwestin li vir çalakiya rûniştinê lidar bixin, hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) endamên Tevgera Şoreşger xwestin bi pankar a "Ji Qedexeya Taksîmê re Na" ber bi Taksîmê ve bimeşin, saet 10.30ê rastî mudaxeleya polîsan ve hatin. Di encamê de herî kêm 10 kes hatin desteserkirin.
Duh bi şev jî du kesên ji Eniya Gel bi pankarta " Li Hemberî Faşîzmê mil bi mil, Di 1ê Gulanê de Ber Bi Taksîmê ve" xwestin li Kolana Îstîklalê bimeşin. Lê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyên Xeta Piştevanî û Piştgiriya Hiqûqî/Maseya Krîzê ya 1ê Gulanê ku ji 5 rêxistinên parêzeran ên li Stenbolê hatiye amadekirin heta saet 14.45ê, 156 kes li Kolana Îstîklalê, Beşîktaş, Talîmhane, Gayrettepe, Zîncîrlîkûyû, Okmeynadiyê hatin desteserkirin.
Di nava wan de 3 kes jî parêzer in.
1ê Gulanê û Taksîm
Li Tirkiyeyê cara pêşiyê di sala 1906ê hat pîrozkirin.
Di sala 1977ê de, karkeran 1ê Gulanê li Taksîmê pîroz kir. di pîrozbahiyê de 34 kes hatin kuştin. Ew roj wek “1ê Gulana bixwîn” hat binavkirin.
Di sala 1ê Gulana 1979ê de li Stenbolê derketina derve hat qedexekirin.
Di sala 1981ê de biryar hat dayin ku êdî 1ê Gulanê ne betlaneya fermî ye.
Di sala 1989ê de komeka ji 2000 kesan pêk tê ber bi Taksîmê ve meşiyan polîsan ew belav kirin. Welatiyek bi navê Mehmet Akif Dalcı birîndar bû. Fîşekek li serê wî ketibû piştî rojekê mir.
Di sala 1990ê de di pîrozkirinê de, polîsan mûdaxele kir. 40 kes birîndar bûn. Birîndareka bi navê Gülay Beceren felç/şeht bû.
Di sala 2006ê de rêxistinên karkeran qernefil danîn meydana Taksîmê. Polîsan 34 kes desteser kirin.
Di 22yê Nîsana 2009ê de parlamenê biryar da 1ê Gulanê wek “Roja Ked û Hevgiriyê” bibe rojeka betlaneya fermî.
Di sala 2010ê de piştî 32 salên qedexeyê, meydan ji bo pîrozkirin û şahiyan hat serbestkirin.
Di salên 2011 2012ê de polîsan mûdaxeleyî pîrozkirinê nekir.
Di sala 2013ê de polîsan mûdaxeleyî xwenîşanderan kir.
Di salên 2014-2015ê de pîrozkirina 1ê Gulanê li Meydana Taksîmê hat qedexekirin. (AS/FD)