Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel xwest ku rojnameger, zanyar, hunermend û hin komên pîşeyî ji bo karibin bi hêsanî biçin Almanyayê hêsaniya geştê çê bibe.
Li gorî nûçeya ku di Deutsche Welle Tirkiyê de Wezîr Gabriel ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji rojnameya Kieler Nachrichten re axiviye û wiha gotiye:
“Ez alîgirê wî tiştî me ku ji bo derdorên ji bo me girîng ên civaka Tirkiyê, zanyar, xwendekar, hunermend, nivîskar, rojnameger û karsazan divê em derfetên geştê yên bi taybetî niha hatine hêsankirin bixin meriyetê.
“Bi vî awayî wê destê kesên nûnertiya çanda demokratîk û ramana lîberal li Tirkiyê xurt bibe.
“Heta niha tenê me bertek nîşanî Birêz Erdogan da. Lê bi vî awayî em dikarin qabiliyeta xwe ya çalakiyê bixwe diyar bikin.” (EKN/FD)