Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) di 24ê Nîsanê de daxuyaniyek da û got: “Em mexdûrên neheqiya herî mezin a sedsala 20. di Medz Yeghernê de yad dikin.”
Trumpî jî wek serokê berê yê Amerîkayê, Barack Obamayî ji bo qirkirinê gotina “Medz Yeghernê(Felaketa Mezin)” bi kar anî.
Trumpî got:
“Di destpêka sala 1915ê de, milyon û nîv Ermenî hatin sûrgûnkirin, hatin qetilkirin û ji axa Osmanîyan ber bi mirinê ve hatin ajotin.”(EA/MB)