Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî rapora xwe ya Cezayê Darvekirinê ya 2016an aşkere kir.
Li gorî raporê par li cîhanê (li welatên ji derveyî Çînê) bi giştî 1032 kes hat darvekirin. Hejmara darvekirinan li gorî sala 2015ê sedî 37 zêdetir bûye ku di wê salê de 1634 kes hatibûn darvekirin.
Çîn di darvekirinê de li cîhanê di rêza yekê de ye. Îran, Erebistana Siûdiyê, Iraq, Pakistan li dû Çînê tên.
DYA ji 2006ê û vir ve cara pêşîn di nava 5 welatên destpêkê de cî nagre.
Tirkiye, Filipîn, Maldîv
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî derbarê anîna cezayê darvekirinê li Tirkiyê de daxuyanî da.
Digel vî tiştî Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini got ku ti welatên ku cezayê darvekirinê pêk tîne nikare bibe endamê Yeyê.
Ew nêrîna ku dibêje dayîna cezayê darvekirinê “mafe” li welatên Asyayê jî êdî tê nîqaşkirin.
Filipîn li ser bişûnde anîna cezayê darvekirinê dixebite ku di 2006an de hatibû rakirin. Rêveberiya Maldîvê diyar kir ku piştî 60 salan ew ê di kuştinan de berdewam bikin.
Malezya û Vîetnam
Di raporê de hatiye gotin ku li gorî daneyên cara pêşîn Sibata 2017an di çapemeniya Vîetnamê de cî girtine di navbera 6ê Tebaxa 2013an û 30ê Hezîrana 2016an bi giştî 429 darvekirin pêk hatine. Welat di rêza darvekirinan de li cîhanê bi awayekî nepenî derketiya rêza sêyemîn.
Li gorî raporê daneyeke weke vê derbarê Malezyayê de jî heye.
(AS/FD)
*Hûn dikarin ji bo hemû raporê vir bitikînin (Îngilîzî)