Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gundê Guzeldere yê navçeya Gencê ya Çewligê di dema operasyona leşkerî de duh (4ê Nîsanê) pevçûn derket û di encamê de cerdevanê bi navê Mansûr Solcan mir, leşkerek û 3 cerdevan jî birîndar bûn. Piştî bûyerê Walîtiya Çewligê ragihand ku beriya operasyona li çoltar û daristanên navçeya Gencê ji bo 7 gund û 8 taxan biryara qedexeya derketina derve hatiye standin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji bo “sazkirina jiyan û mal û milkên gel” heta biryareke din li gundên Dikpinar, Gerçekli, Doşekkaya, Uçgul, Kavakli, Dedebag û Gozertepe û li herêmên di navbera taxên Demirboga, Karataş, Çekmece, Arakli, Yeniler, Ekinli, Gulluce û Bayramliyê yên Gencê de derketina derve hatiye qedexekirin.
Li hemberî avahiya HDPê ya Çewligê êrîşê pêk hat
Di vê navberê de hin kesên ku hat îdiakirin xizmên cerdevanê di pevçûnê de mir, êrîş birin ser avahiya HDPê ya Çewligê.
Polîsan pêşiya koma ku sloganên “Şehîd namirin, welat dabeş nabe” berz dikir girt û ew asteng kir. Li ser vê rewşê komê piştî ku sloganên xwe berz kir û li ber avahiyê sekinî belav bû.
Parlamenterê HDPê yê Çewligê Hişyar Ozsoy êrîş li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand û got ku ew ê ji bo şermezarkirina vê êrîşî îro saet 13.00ê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Li Colemêrgê jî biryara qedexeya derketina derve
Walîtiya Colemêrgê di malpera xwe ya fermî de aşkere kir ku li gundê Altinsu û Dereboyu û di navbera sînorên gundikê Elde û Meydanê de biryara qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.(TP/EKN/FD)