Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cihgirê serokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan(IHD) û serokê Berpirsiyarîya Amedê ya IHDyê, Racî Bîlîcî serbest e.
Bîlîcî hefteyek e ku li navenda polîsan desteserkirî bû.
Li gor daxuyaniya Berpirsiyarîya Amedê ya IHDyê duhî serdozgerîyê îfadeya Bîlîcîyî standiye û ji bo dadgehê şandiye. Dadgerîya Sûlh û Cezayî biryara serbestberdana Racî Bîlîcîyî daye.
IHDyê eşkere kiriye:
“Nayê qebûlkirin ku saziyeka bi salan e bi awayek qanûnî karê xwe dike wekî ku têkiliyeka wê bi rêxistinên neqanûnî ve hebe tê nîşandan.”
Racî Bîlîcî yek ji 4350 dersdêran e ku di 8ê Îlona 2016ê de ji karî hatibû avêtin. (AS/MB)