Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera Şirnexê, Aycan Îrmezê ji bo wezîrê dadê bibersivîne pirsnameyek li ser hingaftin û girtina gundiyên ji Xerabê Bavan da parlamentoyê.
19 roj in ku li Gundê Xerabê Bavan derketina derve qedexe ye.
Di pirsnameyê de hingaftina welatiyan, bi gazê kuştina wan, çekdanîna li ser serê zarokan û binpêkirina mafan hat pirsîn.
Li Gundê Xerabê Bavan di 11ê Sibatê de derketina derve hat qedexekirin. Di dema qedexekirinê de du kes hatine kuştin û 39 kes birîndar bûne.
Li gor îdiayan îşkence li wan kesên desteserkirî hatiye kirin.
Abdî Aykut û mixtarê Gundê Talatê Muzaffer Sari hatine girtin.(AS/MB)