Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
HDPê derbarê Suleyman Soylu de ji ber gotinên wî yên derheqê Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş de gilîname da. Gotinên Soylu di çarçoveya ‘heqaret’ û ‘gel tehrîkê sûckirin û dijminatiyê dike’ ve hat gilîkirin.
HDPê derbarê gilîkirinê de daxuyanî da û got: “Soylu di civîneke ku li Erziromê beşdar bûbû de derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş de gotinên nebaş û neheq aniye ziman.”
Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtî ye.
Soylu çi gotibû?
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 23ê Sibatê de li Erziromê di konferansê de axivîbû û derbarê Selahattîn Demirtaş de wiha gotibû: “Ew Demirtaşê ku qaşû camêr e, ji bo gel lihev bide kuştin, wan bangê meyadanan dike.”
“Bila ev referandum xelas bibe, ka hûn bibînin dê çi bibe.”
13 parlementer girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de 13 parlementerên HDPê girtîne. Herwiha parlementeriya Fîgen Yuksekdag jî hat betalkirin.
(AS/YO)