Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qayûmê ku li Şaredariya Cizîrê hatiye tayînkirin, peykerê siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan da hilşandin.
Li gorî nûçeya DiHaberê qaymeqam Ahmet Adanurê li Şaredariya Cizîrê weke qayûm hatiye tayînkirin, talîmat daye ku peykerê Orhan Dogan were hilşandin. Piştî talîmata qayûmî, polîsan cadeya ku peyker lê ye ji trafîkê re girtin û bi kepçeyên zirxî peyker hilşandin. Hat ragihandin ku polîsan wê dewsa peykerê de dîreka MOBASEyê bicih bikin.
Peykera Orhan Dogan di sala 2008an de ji hêla Şaredariya Cizîrê ve hatibû çêkirin.
Li Şaredariya Cizîrê di 11ê Îlona 2016an de qayûm hatibû tayînkirin.
Orhan Dogan kiye?
Orhan Dogan di 25ê Tîrmeha 1955an de li Mêrdînê hatiye dinê. Li Qoser, Sêwaz û Dîlokê xwendiye. Di sala 1975an de dema li Zanîngeha Enqereyê beşa hiqûqê de dixwend ji ezmûna karmendiyê derbas bû.Navbera salên 75-81an de li Enqere Altindagê di dibistanekê de weke karmendê muhesebeyê xebitî. Staja xwe ya hiqûqê li cem bavê Murathan Mungan, Îsmaîl Mungan kiriye. Piştî qedandina stajê Dogan vedigere Cizîrê û dest bi parêzertiyê dike.
Piştî li Cizîrê 2 salan parêzertiyê dike, di hilbijartinên parlementoyê de ji DEPê dibe parlementerê Şirnexê. Lê dema parlementer bû ew li gel Sirri Sakik, Hatip Dicle û Leyla Zana li parlementoyê hat binçavkirin û 10 sal di girtîgehê de ma. Dogan di 9ê Hezîran 2004an de hat tehliyekirin.
Dogan piştî tehliye dibe, di hilbijartinên wê demê ji Şirnexê dibe namzetê DTPê lê, YSK (Lijneya Hilbijartinê) ji ber ew di girtîgehê de maye, namzetbûna wê betal dike.
Dogan di 25ê Hezîrana 2007an de dema li Bazîdê di mitîngê de diaxivî, krîza dil derbas kir 3u wî rakirina Wanê.
Dogan di 29ê Hezîrana 2007an de li naxweşxaneya Wanê çû ser dilovaniya xwe.
(NV/YO)