Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) ji bo jinên fermandar qedexeya bikaranîna kefîyê rakir.
Serbazên jin ên ku li Serokerkaniya Leşkerî û hêzên leşkerî yên girêdayîyê wê kar dikin dê bikarin kefiyê bi kar bînin.
Li gor Ajansa Anadolûyê, Wezareta Parastinê ji bo Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) rêziknameya cil û bergan guhert.
Piştî biryar di Rojnameya Fermî de bê weşandin dê bikeve di rewacê de.
Çi bûbû?
Di sala 2007ê de Lijneya Bilind a Perwerdeyê(YOK) biryarnameyek ji hemî zanîngehan re şandibû û dabû zanîn bikaranîna kefiyan hatiye serbestkirin.
Di sala 2013ê de bikaranîna kefiyê ji bo parlamenteran hat serbestkirin.
Di sala 2014ê de li dibistanan bikaranîna kefiyê hat serbestkirin.
Di 2016ê de ji bo polîsan bikaranîna kefiyê hat serbestkirin.(NV/MB)