Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji Gundê Xerabeyê Bavan yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 10 roj in ku agahî nayên standin.
Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê, Alî Atalanî li ser vê yekê pirsname da parlamenê.
Di 11ê sibatê de li navçeyên Artûklû û Nisêbînê yên Mêrdînê ji bo neh gundan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.
Tê îdiakirin ku li Gundê Xerabeyê Bavan sê kes hatine kuştin 39 kes hatine desteserkirin û îşkence li wan kesên desteserkirî tê kirin.
Banga ji bo rêxistinên navneteweyî
HDPyê ji bo rêxistinên navneteweyî bangnameyek şand û rewşa Gundê Xerabeyê Bavan eşkere kir. HDPyê da zanîn ku ji bo heyeta partiyê destûr nayê dayin da biçe li wî gundî binêre û ev yek jî nîşan dide ku îdia rast in.
Pirsname
Alî Atalanê parlamenterê Mêrdînê ji bo Wezareta Navxweyî û Wezareta Parastinê bibersivîne pirsnameyek da parlamenê.
Atalanî bi pirsnameyê pirsî ka ji ber çi digel ku qedexe bi fermî hatiye rakirin jî ew herêm hatiye dorpêçkirin. (NV/MB)