Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parêzera birêvebira Komeleya Hiqûqnasên Hevdem, Barkin Tîmtîk li cemgehekê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin. Tîmtîka ku girtî bû digel 23 girtiyan hat serbestberdan.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 25 bersûcên 23 ji wan di girtîgehê de bûn, serbest berdan.
“Di îdianameyê de îşkence nîne.”
Tîmtîka ku 64 rojan di girtîgehê de mabû got: “Polîsên me ji min re gotin parêzera terorîstan.“
Tîmtîkê eşkere kir ku dema ew hatî desteserkirin fermandarê polîsan kulmek li wê dabû lê di îdianameyê de ev yek nehatiye nivîsîn.
Ji 400ê zêdetir parêzer ji bo parastina Tîmtîkê çûn dadgehê.
Çi bûbû?
Li Cemgeha Kiraçê ya Stenbolê, dema ji ber şîna kesekê welatî li cemgehê kom bûyîn û îbadet dikirin polîsan bi ser cemgehê de girtibûn. Zarokên ji 18 saliyê biçûktir hatibûn serbestberdan.
25 kes bi sûcê “propagandaya ji bo terorê hatibû girtin. (BK/MB)