Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî derbarê Hevşaredarê Bismilê Cemîle Eminoglu de biryara binçavkirinê hat dayîn, qaymeqamê navçeyê Turgay Gulenç weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Roja şemiyê polîsan avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Cemîle Eminoglu û biştre li avahiya şaredariyê jî lêgerîn pêk anîn.
Li gorî nûçeya Dihaberê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê daye destpêkirin de, derbarê Hevşaredar Cemîl Eminoglu de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Bi vî awayî hejmara şaredariyên DBPê ku lê qayûm hatine tayînkirin derkete 69an û hejmara hevşaredarên girtî jî 81 e.
(AS/YO)