Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di 4ê Mijdarê de hate girtin û heta niha cara yekem wêneyek wî yê ji girtîgehê hat weşandin.
Malbata Demirtaş wî li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê ziyaret kir û wêneya pê re kişandin jî belav kirin.
Di wêneyê de dixwiyê ku her du keçên Demirtaş Dilda û Delal, diya wî Sadiye, bavê wî Tahir û xwişka wî Şadiye Demirtaş çûne ziyareta wî.
Wêne di hesabê twitterê ya HDPê de hat parvekirin.
Derbarê Demirtaş de 142 sal ceza tê xwestin
Derbarê Selahattîn Demirtaş de bi hincetên weke “rêvebirê rêxistina terorî ye”, “propagandaya rêxistina terorê kiriye”, “pesna sûc û sûcdaran daye” ve heta 142 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin.
(EKN/YO)