Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê rapora xwe ya derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk de diyar kir. Parêzerê Turk Zeynep Ceren Boztoprak daxuyand ku di wê raporê de hatiye gotin ku “bi şertê 6 mehan careke kontrola tenduristî, Ahmet Turk dikare di girtîgehê de bimîne, ti xetereyeke bo tenduristiya wî nîn e.”
Boztoprak daxuyanî da bianet’ê re û got: “Di wê raporê de hemû nexweşî û pîlê di dilê Ahmet Turk de tê tespîtkirin lê dîsa jî di raporê de encameke tê diyarkirin.”
“Ev yek di warê mirovî, tibî û hiqûqî de bi ti awayî nayê îzahkirin”
Parêzer Boztoprak got: “Kesekî 75 salî ku gelek nexweşiyên wî jî hene, bo wî îşkence ye tê girtin.”
Boztoprak destnîşan kir ku piştî Ahmet Turk hatiye girtin, heta niha ji bo doz û muayeneyê 5 bajêr guherandiye û got : “Ev rapor di warê mirovî, tibî û hiqûqî de bi ti awayî nayê îzahkirin.”
“Di odeya sêkesî de dimîne, gelek caran av tê birîn”
Boztoprak herî dawî di 1ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê de hevdîtin kiriye û wiha dibêje:
“Di rewşa wî yê tenduristiyê de ti başbûyîn nîn e. Girtîgeha Xarpêtê nû hatiye çêkirin û pirsgirêkên wir zêde ne. Ji xwe hewa gelek sar e. Li girtîgehê av gelek caran tê birîn. Turk di odeya sêkesî de dimîne. Ew zext û zordariyên li her girtîgehê tên kirin, li Girtîgeha Xarpêtê jî heye. Ji xwe lêpirsîna derbarê wî de li Mêrdînê ye û dosyeya jê tê dadkirin jî li Amedê ye.”
Di girtina 2 mehan de li 6 bajaran hat gerandin
Lêpirsîna derbarê Ahmet Turk de li Mêrdînê ye û dosyeya jê tê dadkirin jî li Amedê ye. Lêbelê piştî li Mêrdînê derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, ewil sewqî Girtîgeha Stenbol Silivriyê hat kirin û paşê jî wî neqlê Girtîgeha Xarpêtê.
Di 25ê Çileyê de Turk li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê hat dermankirin û di 30ê Çileyê de careke din sewqî saziya tîpa edlî hat kirin û ji bo rojekî wî dîsa birin Stenbolê.
Her wiha wî ji bo rojekî jî birin Amedê ku beşdarê rûniştina dozê bibe.
(AS/YO)