Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê derbarê parlemeterên HDPê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan de biryara girtinê hat derxistin.
Rûniştinên dozên derbarê Dîlek û Ayhan de îro hat dîtin. Parlementerên her du wekîlan Sevda Çelik Ozbingol, Dîlara Inal û Faruk Bedlek beşdarê dozan bûn.
5. Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê derbarê parlementera HDPê ya Rihayê Dîlek Ocalan de ji ber ew beşdarê cenazeyek bûye bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye' doz vekiribû. Dîlek Ocalan beşdarî rûniştina duyem ya dozê ku îro hat lidarxistin nebû. Li ser vê yekê lijneya dadgehê derbarê Ocalan de biryara girtinê derxist.
Her wiha heman dozgerî derbarê Parlementerê Rihayê yê HDPê Îbrahîm Ayhan de jî parvekirinên wî yên di medyaya civakî de kiribû hincet û derbarê wî de doz vekiribû. Rûniştina sêyem ya dozê îro hat lidarxistin lê Ayhan beşdar nebû. Dadgehê derbarê Îbrahîm Ayhan de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxist.
12 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Parlementerê Amedê û Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di 30ê Çileyê de hat tehliyekirin.
Parlementera Edeneyê Meral Daniş Beşdaş û Parlementerê Qersê û Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di 31ê Çileyê de hatin girtin.
Bi girtina Bilgen û Daniş - Beştaş ve hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 12.
(AS/YO)