Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokwekîlê Koma HDPê û Parlementerê HDPê Îdrîs Baluken serbest hat berdan. Îdrîs Baluken ji 4ê Mijdarê vir ve girtî bû.
Rûniştina doza derbarê Îdrîs Baluken de îro li 8. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hat dîtin û Parlementerê Wanê Nadir Yildirim dema beşdarê rûniştina dozê bû hat binçavkirin û piştî îfadedayînê ew jî serbest hatibû berdan.
Di encama doza hat dîtin de dadgehê derbarê Îdrîs Baluken biryara tehliyekirinê da û Meral Daniş Beştaş wê agahiyê di twitterê de wiha parve kir:
Grup başkanvekilimiz İdris Baluken serbest....
— Meral Danış Beştaş (@meraldanis) 30 Ocak 2017
10 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Parlementerê Amedê û Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di 30ê Çileyê de hat tehliyekirin.
Piştî tehliyekirina Baluken, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 10.
(ÇT/YO)