Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Davut Cengiz ji Amedê bû û dema leşkeriya mecbûrî dikir bi guman canê xwe ji dest dabû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê serlêdana mirina Cengiz de biryara xwe duh eşkere kir.
Di biryara DMMEyê de hat gotin ku derbarê mirina Davur Cengiz de ti lêpirsîn nehatiye kirin û bi vî awayî medaya 2. a Rêziknameya Mafên Mirovan a Ewropayê (RMME) hatiye îxlalkirin û Tirkiyeyê mehkûm kir.
Tirkiye wê 15 hezar Euro tazmînat bide dê û birayên Davut Cengiz. Herwiha 2 Euro mesrefên dadgehê jî wê ji Tirkiyeyê were hildan.
Çi bûbû?
Davur Cengiz di sala 2009n de li Enqereyê dest bi leşkeriya mecbûrî kir û piştre wî şandin Hatay Kirikhanê.
Di 1ê Adara 2010an de Davut Cengiz dema li yekîneya ku lê leşkerî dikir, bi birîndarî hat dîtin. Gule li serê wî ketibû û wî bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê.
Birayê wî Aydin Cengiz diyar kir ku ‘birayê wî li leşkeriyê weke hosteyê firûnê dixebitiya û ti çekek li ser wî nehatiye zîmetkirin û wî întîxar jî nekiriye. Aydin Cengiz di 8ê Adara 2010an de derbarê mirina birayê xwe de serî li Komeleya Mafên Mirovan (KMM) da.
Birayê wî di serlêdana xwe de gotibû dibe ku birayê wî hatibe qetilkirin û ji bo lêkolînkirina vê yekê alîkariya hiqûqî xwestibû.
Derbarê mijarê de Serdozgeriya Edeneyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê di Çileya 2011an de biryar da ku Cengiz întixar kiriye û derbarê kuştina wî de ti delîl nehatiye dîtin.
Malbata Cengiz derbarê biryara dozgeriyê de îtiraz kir lê, îtiraz jî ji hela Dadgeha Leşkerî ya Dîlokê ve hat redkirin.
Li ser vê yekê malbatê di dawiyê de bi sedema derbarê kuştina kurê xwe de ti lêpirsîn nehatiye kirin serî li DMMEyê dabû.
(AS/YO)