Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezîrê dadê, Bekir Bozdagî bersiva pirsnameya parlamenterê Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Sezgîn Tanrikuluyî da.
Bozdagî eşkere kir ku ji Çiriya Pêşiyê ya 2009ê hata 2016ê di girtîgehan de 2 hezar û 300 girtî mirine.
Herweha wezîrî eşkere kir 5 hezar û 300 kes ji kapasîteya girtîgehan zêde ne û digel wê yekê di girtîgehan de ne.
Wezîrî daye zanîn ku di deh salan de 19 hezar û 368 caran ji bo Wezareta Dadê giliya binpêkirina mafên mirovan û miameleya keyfane hatiye kirin.
Hin beşên bersiva wezîrê dadê ev in:
*Di girtîgehan de, 194 hezar û 973 girtîyên sûcdar û bersûc hene.
*Hejmara mirina girtîyan li gor salan:
* 2009 - 242, girtî mirine.
* 2010 - 260, girtî mirine.
* 2011 - 285, girtî mirine.
* 2012 - 286, girtî mirine.
* 2013 - 265, girtî mirine.
* 2014 - 312, girtî mirine.
* 2015 - 373, girtî mirine.
IHD: 905 girtîyên nexweş hene
Komeleya Mafên Mirovan eşkere kiriye ku di girtîgehan de 905 nexweşên girtî hene. Nexweşiya 323 girtîyan giran e. (AS/MB)