Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Halime û Ramazan Akdag du cotkar in ku li navçeya Izmîrê ya Menderesê dijîn. Polîsan ji ber ku kovar û kitêb li mala wan dîtine ew desteser kiribûn.
Bi biryara Dageha Menderesê herdu cotkarên ku nizanin bixwînin ji girtîgehê hatin derêxistin.
Parêzerê cotkaran, Erdogan Akdogduyî ji bianetê re got hedu cotkarên jin û mêr duhî ji girtîgehê derketine.
Di 22yê Kanûna Pêşiyê de herdu cotkar hatibûn girtin.
“Ji ber Twîtên keça wan polîsan bi ser mala wan de girtine”
Cotkaran eşkere kirin ku wan sê zarok hene. Yek ji zarokan 6 yek 16 salî ye û yek jî di zanîngehê de dixwîne. Ew malek in ku mehane nêzîkî 500 Lîreyan qezenc dikin. Polîsan ji ber Twîtên keça wan a li zanîngehê bi ser mala wan de girtiye.
Li gor lêpirsîna li cotkaran hatî vekirin.
“Kovarên salên 2000ê û kitêbên Abdullah Ocalanî li mala wan hatine dîtin.
“Dadgeha Qanûna Bingehîn berê li ser wan kitêban biryar dabû ku xwendina wan kitêban ne sûc e.
Li gor Parêzerî
“Ji ber ku bersûc Kurd bûn hatine girtin. “
Piştî ku parêzerê Halime û Ramazan Akdagî îtiraz kir. Dadgehê biryar da wan serbest berde. (AS/MB)