Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Barbaros Şansalê ku li Bakurê Qibrisê bû ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya civakî hat dersînorkirin, duh dema li Balafirgeha Ataturkê peya bû girseyek hewl da ku wî lînc bike.
Şansalî duh bi balafirê anîne Stenbolê û dema ji balafirê peya bibe polîsan wî binçav kirin.
Piştî ew hat binçavkirin, polîsan hewl dan ku wî bibin emniyetê lê girseyek dora wî girtin û ewil wî tacîzkirin piştre jî wî linckirin.
Hat ragihandin ku ew êrişkarana personelên li Balafirgeha Ataturkê ne.
Parêzerê wî Efgan Bolaç di twitterê de diyar kir ku rewşa tenduristiya Şansal baş e û wiha got:
“Peyînan li pişta wî, gumkên wî û li gurçikên wî dane. Di dest û laşê wî hatiye perçiqandin.”
Bolaç got ku îfadeya Şansal hatiye hilanîn û dê îro wî sewqî dozgeriyê bikin.
Çi bûbû?
Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Şansal diyar kir ku wî vîdeoyê ji Kibrisê parvekiriye û ji ber di dawiya vîdeoyê de gotiye ‘Di nav gûyî xwe de bixeniqe Tirkiye” gelek aliyan ji vê yekê aciz bûbûn. Hûn dikarin vîdeoyê ji vir bibînin.
(EKN/YO)