Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
“Bi salan e ez bi hêviya dîtina kurê xwe Huseyîn diçim Qada Galatasarayê. Hewl dan ku berxwedana me bifetisînin, bi copan li me xistin, me bi erdê ve kaşkirin û binçav kirin. Lê me ev dest ji berxwedanê berneda.”
Van gotinan diya Huseyîn Morsumbul Dayîka Şemiyê Fatma Morsumbul anîbû ziman û ew duh êvarê (26ê Kanûnê) wefat kir.
Huseyîn Morsumbul 18ê Îlonê de 6 roj piştî derbeya leşkeriya 1980an li mala xwe di serdegirtina polîs û leşkeran de tê binçavkirin. Morsumbulê 19 salî ku xwendekarê Lîseya Bingolê (Çewlik) bû, piştî binçavkirinê jê ti agahî nehate girtin.
Fatma Morsumbula ku 36 salan aqubeta kurê xwe ji dewletê pirsî bêyî ti encam bigre, duh canê xwe ji dest da. Komîsyona Lêkolîna Kesên Hatine Windakirin ya KMMya Stenbolê daxuyand ku cenazeyê Morsumbul dê îro saet 11:00an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê were hilanîn û li gundê Gozelerê ya Çewlikê were definkirin.
“Ez derd û xema zarokên dê û bavan dizanim, aştî dixwazim”
Fatma Morsumbul di 27ê Îlona 2014an de ji ber nexweş bû û li nexweşxaneyê bû û nikaribû biçe Qada Galatasarayê name şadibû û wiha digot:
“Xwedîderketina li Galatasarayê, xwedîderketina li Huseyîn e. Ez li nexweşxaneyê me li zarok û neviyên min li Qada Galatasayê ne.
“6 zarokên min hebûn û malbateke di halê xwe de bûn. Piştre polîs û leşkeran avêtin ser mala me. Kurê min xwendekarê lîseyê bû. Dest û çavên wî girêdan, gotin ‘em ê îfadeya wî hildin û 5 deqîqe şûnde berdin” û hildan birin. Me careke din wî nedît.
“Huseyîn kurê min ê mezin bû. Mêla min her tim li ser wî bû. Ji xwe piştre min nekarî ku bo 5 zarokên xwe yên din re bibim dayîkeke baş. Zarên min hev du mezin kirin.
“Ekîn di rewşeke wiha de mezin bû, navê birayê xwe li xwe kir û çû serê çiyê. Çend sal şûnde jî di pevçûnekê de ew jî hate kuştin. Li cenazeyê wî jî îşkence hat kirin.
“2 kurên min ji ber vê şerê qirêj, ji destên min çûn. Ez derdê ewladê xwe dizanim. Ji bo ku bila ti dayîkek vê derdê nebîne, ez aştî dixwazim.
Huseyîn Morsumbul çawa hate windakirin?
Komîsyona Lêkolîna Kesên Hatine Windakirin ya KMMya Stenbolê di hefteya 599. ya Dayîkên Şemiyê de (17ê Îlona 2016an) de derbarê qetilkirina Huseyîn Morsumbul de daxuyanî dabû:
“5 roj piştî di 18ê Îlonê 6 roj piştî derbeya leşkeriya 1980an de polîs û leşkeran avêtine ser mala malbata Morsumbul. Kêrn wan Huseyîn Morsumbul ku xwendekarê Lîseya Çewlikê bû binçav dikin û dibin Fermandariya Tugaya Leşkeran. Piştre malbata wî çûne pirsa ku pirsa kurên xwe ji fermandariya leşkeran bikin, ji wan re gotine ku kurên wan ji wê reviye. Lêbelê ew fermandarî bi ewlehiyeke mezin dihat parastin. Dê û bavê ku li kurê xwe digeriyan hatin binçavkirin. Îşkenceyên mezin li bavê wî Hanefî Morsumbul hat kirin. Dê û bavê wî piştre çûn dozgeriya leşkeriyê îfade dan. Wan çi hatibe serê wan ji dozger re gotine derbarê berpirsyaran de gilîname dane. Lêbelê derbarê wihdakirina Huseyîn Morsumbul de ti muemele û lêpirsîn nehate kirin. Dosyeyek jî nehate vekirin.
“Piştî 4 sal ji ser bûyerê derbas dibe, kesekî ku di wê demê de li fermandariyê leşker bûye, telefonê malbata Morsumbul kiriye, gotiye ku ew di ezabê wicdanê ye, wî kurê wan dîtiye. Wî kesê ji malbatê re gotiye ku kurên wan Huseyîn Morsumbul bi îşkencekirinê hatiye qetilkirin û piştre jî bi betaniyek ve pêçane û ji tabûrê hildane birine.”
“Dewleta ku derbarê aqûbeta Huseyîn de ti tiştek nekir, di sala 2003an de ji ber ku ew di qeydan de neçûye leşkeriyê, wî ji statuya welatîbûnê derxist.
“Parêzara KMMê Eren Keskin, di sala 2011an de gilîname da dozgeriyê û lêpirsîneke nû destpê kir. Serdozgeriya Çewlikê lîsteya personelên ku di wê demê de li tûgayê li wezîfedar bûne xwest. Durmuş Kivrak jî tê de nav, navnîşan û telefonên 9 personelan gihşte destê serdozgeriyê.
Fermandarê Yekîneyên Leşkeran yê Çewlikê yê wê demê Durmuş Kivrak di çarçoveya lêpirsînê de îfade da û got ku ew di 18-23yê Îlonê de îzna mazeretê bikar aniye û dema ji îznê ziviriye li ser maseya xwe nameyeke îxbarê dîtiye. Kivrak gotiye ku di wê nameyê de hatiye diyarkirin ku kesê bi navê Huseyîn Morsumbul hatiye binçavkirin, û astsûbayan di nezaretê de wî bi lêdan û îşkenceyê kuştine, piştre jî fermandarê alayê û wan astubayan cenazeyê Morsumbul kirine wesayîtekê û hildane birine.
“Lêbelê Serdozgeriya Çewlikê lepirsînê berfireh nekir û got ku ji ser bûyerê 35 sal derbasbûye, delîlên derbarê bûyerê de ne mimkun e ku were bidestxistin û ne hewceye ku dosyayeke din were vekirin. Bi vî awayî di 20ê Cotmeha 2015an de dosye hat girtin.
“Ji windakirina Huseyîn Morsumbul, Fermandarê Yekîneyên Leşkeran yê Çewlikê yê wê demê Durmuş Kivrak, Fermandarê Alaya Leşkeran yê Çelikê yê wê demê Beşir Akin û hemû aktorên cûntaya 12ê Îlonê berpirsyar in.”
(BK/YO)