Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
5 hevşaredarên DBPî de biryara girtinê hat dayîn.
5 hevşaredarên ku bi rojane binçavkirîbûn duh şevê sewqî dadgehê hatin kirin û derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn.
*Hevşaredarê Xizanê Îhsan Ugur
*Hevşaredarê Motkanê Ozcan Birlik
*Hevşaredarê Tatikê Felemez Aydin
*Hevşaredarê Hawêlê Selva Erdogan
*Hevşaredarê Weysil Qeraniyê Enes Cengiz
Ew hevşaredarana bi rojan hatin binçavkirin.
69 hevşaredarên DBPî di zindanan de ne
Heta îro (21ê Kanûnê) 69 hevşaredarên DBPî hatine girtin ûı ew di zindanan de ne.
Her wiha li 46 şaredariyên DBPî jî qayûm hatin tayînkirin.
(ÇT/YO)